DAIŞ’iyê hewl dida mayînê li Dêrazorê biçîne hat kuştin

QSD’ê ragihand ku dema çeteyekî DAIŞ’ê hewl dida li ser rêya bajarê Hecînê yê gundewarê Dêrazorê mayînekê biçîne hat kuştin, di heman demê de  li bajarokê Sosê yê Dêrazorê êrişa şaneyeke DAIŞ’ê hat têbkirin.

DAIŞ’iyê hewl dida mayînê li Dêrazorê biçîne hat kuştin
27 gulan, 2025   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan hewla çeteyekî DAIŞ’ê ya çandina mayînekê li keviyên rêya digihîne bajarê Hecînê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê, têk bir. 

Navendê aşkera kir ku dewriyeyeke QSD’ê bi erka xwe ya ewlekirina rê û aştiya civakî dikir, lê dît ku tevgerên bigûman ên şaneyekê ji 2 çeteyan pêk tê hene. Dewriyeyê çeteyek dorpêç kir, lê çete gule li dewriyeyê reşand, bi wê re dewriyeyê bersiv da û hat kuştin.

Li gorî navendê, li gel wî çeteyî mayînek hebû, ku hewl dida li kêlek rê biçîne, her wiha çeteyê din jî reviya û xwe di nava sivîlan de veşart.

Girêdayî mijara çeteyan, li bajarokê Sosê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê jî QSD’ê bi şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê re kete pevçûnê, lê çete ji herêmê reviyan.

(fr)