ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 – 12 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 – 12 – 2024
28 kanûn, 2024   02:00

Şerên li Xezayê û Lubnanê, alaziya di navbera Îsraîl û Îranê de, zêdebûna êrişên terorî li hin welatên cîhanê û vegera Trump a li ser desthilata DYAˈyê de jî di nav de, gelek bûyerên girîng li ser asta cîhan û Rojhilata Navîn di sala 2024ˈan de qewimîn.

Berdevkê Partiya Sûriyeya Pêşerojê diyar kir ku projeya neteweya demokratîk ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser ket gaveke nîştimanî ye dikere bibe nimûneyeke çareseriya berfereh ji krîza Sûriyeyê re.

Şêniyên bajarê Şedadê bal kişand ser girîngiya hevgirtina pêkhateyên civakê û diyar kir ku hevgirtin rêya parastina ewlehî û aramiyê û têkbirina fitneyê ye.

Di sala 2024’an de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bejahiya Girê Spî û bajarê Eyn Îsayê berdewam kirin û bûn sedema qatilkirin û birîndarbûna bi dehan sivîlan, ji wan du malbata rastî komkujiyê hatin piraniya wan zarok û jin bûn.

Du rojnamevanên li bajarê Helebê li ser kesayeta her du rojnamevanên şehîd Nazim û Cîhan axivîn û gotin ew ê karê xwe yê rojnamevaniyê bi dilsoziya bi fedakariya wan re berdewam bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birak û ya Til Temirê bi 2 daxuyaniyên cuda girîngiyê didin yekrêziya Kurdî û rola şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêkanîna destkeftiyan de (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a Hesekê meşeke jinan ji bo teqezkirina rola jinan di Sûriyeya nû û pêvajoyên avakirina Sûriyeyê de, li çerxerêya Sînalko ya bajêr li dar dixe (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarêb Til Temir û Zirganê bi meşeke girseyî ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan didin û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Çilaxa bi çalakiyekê li navenda sûka bajêr girîngiyê bi yekrêziya nîştîmanî didin (11:00) û li bajarê Tirbespiyê (15:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Tirbespiyê bi daxuyaniyekê li pêşiya navendê piştgiriya xwe ji YPJ û QSD’ê re nîşan didin (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

MSD ya bajarê Dêrikê panelekê der barê ketina rejîma Beşar Esed û bandorên wê û nêrîna MSD’ê li ser Sûriyeya pêşerojê de, dide (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Li kantona Reqayê rêzecivîn ji bo koçberên Efrînê yên di wargehan de ji bo parvekirina geşedanên sihasî tên lidarxistin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN