ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-02-2026
28 sibat, 2026   02:00

Jinên ji bajarê Çilaxa nerazîbûna xwe ya li hember tecrîda berdewam a li ser Rêber Abdullah Ocalan nîşan da. Jinan daxwaza bidawîanîna tecrîdê kir û banga gavên cidî ji bo çareseriyeke aştiyane û mafên gelê Kurd kir.

Endamê Meclisa Aştiya Navxweyî ya Hesekê Mihemed Xêr Nacerî diyar kir ku divê aramiya ku herêmê nîşan daye were parastin û banga xurtkirina biratiyê û parastina aştiya navxweyî û tevna civakî kir.

Mamoste û rewşenbîrên bajarê Dêrikê got gelê Kurd bi yekitiyê dikare mafên xwe di destûra Sûriyeyê de garantî bike û xwe ji qirkirinan biparêze.

Kongra Star a bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê çalakiyên bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li Parka 4ˊê Nîsanê aşkera dike, 09.30ˊan, li kantona Firatê jî Kongra Star daxuyaniyekê der barê bernameya çalakiyên 8ˊê Adarê li Qada Jina Azad a Kobanê de dide, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şervanên QSDˊê şehîd Şervan Bêrîtan, Omer Xelîl, Aram Qamişlo û Fedakar li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê merasîmekê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî pêşdeçûnên dawî û şîrovekirina rewşa siyasî li bajarên Amûdê, Hesekê û Dirbêsiyê civînên cuda li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê der barê banda dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan li Qada Jina Azad çalakiyekê li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN