Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn civîneke çapemeniyê li dar xist

Desteya Hundirîn a Kantona Reqa û Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Roja Têkoşîna Dijî Hişbirê ya Cîhanê li avahiya Desteya Hundirîn a Reqayê civîneke çapemeniyê li dar xist.

26 hezîran, 2024   23:41
REQA

Di civînê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osmna, Evîn Siwêd, Meclisa Rêveber a Kantona Reqa, hevserokatiya Desteya Tenduristiyê û Meclisa Edaleta Civakî beşdar bûn.

Di civînê de Hisên Osman axivî û got: "Bi boneya Roja Têkoşîna Dijî Hişbirê ya Cîhanê divê em spasiya kedên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin ku li dijî vê xeteriyê ku zirarê dide beden û civakê ji cewhera wê bi dûr dixe."

Osman wiha domand: "Li Sûriyeyê di salên krîzê de kesên xwedî berjewendî li Sûriyeyê propagandaya hişbirê bi hemû rê û rêbazan kir ku gelê Sûriyeyê ji daxwazên wî bi dûr bixe. Bi vê boneyê em piştrast dikin ku divê hemleyên hişyariya parastina ji vê xeteriyê werin lidarxistin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijminên me hewl didin vê pandemiyê li herêmên me di nava ciwanan de belav bikin."

Li ser navê Meclisa Edaleta Civakî hevserokê Dozgeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dadger Muslim Mihemed axivî û got: "Her kes dizane hişbir pandemiyeke herî xeternak e. NYˊyê di 26ˊê Hezîranê de Roja Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê ya Cîhanê ragihand."

Li ser navê Desteya Tenduristiyê hevserokê desteyê Cod Mihemed axivî û got: "Destpêkê em her kesên beşdarî lidarxistina vê kongreyê bûye spas dikin. Bi taybet endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê spas dikin."

Piştre hevserokê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lîwa Elî El Hesen daxuyaniya operasyonên têkoşînê û desteserkirina hişbirê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"26ˊê Hezîranê Roja Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê ya Cîhanê ye. Ji ber ku madeyên hişbir pirsgirêk sereke ya herêmî û cîhanî ye û metirsiyê li ser rastiya civakî, exlaqî û aborî ya tevahiya cîhanê çêdike. Em li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êşa vê yekê dikişînin. Ji ber ku tevahî hêzên dijberî Rêveberiya Xweser dikin, cûreyên hişbirê bi mîqdareke mezin derbasî herêmê dikin. Beşên civakê, bi taybet ciwanan hedef digirin ku ew pêşerojê xêz dikin. Bi wê yekê hewl didin herêmên me lawaz bikin, derbe li îstîqrar û ewlehiyê bidin. Ji ber belavbûna hişbirê û bikaranîna wê binesaziya çandî û civakî ya malbat û civakê wêran dike û asta sûc û tundiyê zêde dike.

Em di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji bo rûbirûbûna belaya hişbirê, me hewldan bi îmkanên ku li ber destê me hene şebekeyên sûcê yên ku karê qaçaxçîtiyê dikin dişopînin. Hêzên me di serdegirtina van şebekeyan de encamên mezin bi bi operasyona tolhildana şehîdên dijî madeya hişbirê de bi dest xistin. Ew şehîd di bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Ev hedefgirtin bi zelalî xuya dike ku armanca wê têkbirina xebata hêzên me yên dijî vê belayê û belavbûna wê di nava civakê de ye. Lê hêzên me tekez kirin ku ew ê hewldanên xwe ji bo paqijkirina civakê ji madeyên hişbir zêde bikin û ev hemle bi serket û rê li ber bazirganan birî.

Her wiha hêzên me bi semîner û çalakiyan bi beşdariya sazî û dezgehên pêwendîdar, xebatên perwerdekirina gelê me li ser bandorên madeyên hişbir zêde kirin.

Hêzên me yên Rêveberiya Giştî ya Dijî Madeyên Hişbirê hemû hêza xwe ji bo sînordarkirina belavbûna madeyên hişbir bi kar anîn û bi piştevaniya gelek beşên pêwendîdar di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de û bi tensîqa li gel cîhetên eleqdar hejmareke mezin ji wan kesên ku di belavkirin û bazirganiya madeyên hişbir de cih digirin, girtin.

Di nava salekê de ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Dijî Madeyên Hişbirê ve kar li ser 2 hezar û 387 dosyayan hat kirin û hemû kesên tê de beşdar ku hejmara wan 3 hezar û 485 kes e hatin girtin û hejmara wan wiha ye: 305 dosyayên firotin û bazirganiyê tê de 623 kes hatin girtin, 542 dosyayên belavkariyê tê de  hezar û 2 kes hatin girtin û dosyayên bikaranîna hişbirê hezar û 540 dosye bû tê de hezar û 851 bikarhênerên hişbirê hatin girtin û hemû girtî ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin.

Der barê madeyên hişbirê yên ku hatine desteserkirin de, ev in:

41 kîlo û 622 gram mîsa krîstal

272 kîlo û 575 gram heşîş

275 çixareyên heşîşê

16 hezar û 241 derziyên hişbir

3 milyon û 92 hezar û 742 hebên Kaptagon

70 hezar û 700 hebên hişbir ên curbicur

570 gram Heroîn

35 gram û nîv kokaîn

541 şitlên heşîşê

Kîloyek û 745 gram Tovên heşîşê

117 gram madeya toza heşîşê

Kîloyek û 849 gram zeyta kaptagonê

Tevî gelek amûrên ji bo bikaranîna hişbirê, hêzên me bi tensîqa li gel Dozgeriya Giştî û Desteya tenduristiyê miqdarên mezin di 17/4/2024ˊan de pûç kirin

Xebatên ku hatine bidestxistin, bêyî xebat û hewldana gelê me, beş, deste û saziyên me, ji bo bidestxistina encamên bibandor û berçav dijî madeyên hişbir de, nedihat encamdan.

Lê hîn gelek karê me heye ku em bikin û divê em hemû beş û saziyên pêwendîdar li dijî vê belayê karê xwe berdewam bikin.

Em pabendbûna xwe bi hevkarî û beşdarbûna ku li ser astên herêmî û navdewletî bo rûbirûbûna madeyên hişbir hatine kirin, tekez dikin, ku em bi temamî amade ne ji bo hevkarîkirina bi her aliyekî ku di vî warî de kar dike, ji ber ku şerê dijî madeyên hişbir şerekî cîhanî ye ku gefê li hemû aliyan dike.

Em di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de dê ji her demê zêdetir bixebitin û hemû hewlên xwe bidin ku civakeke ewle û bê hişbir bigihînin."