ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-12-2023
27 kanûn, 2023   02:00

Ebdullah Şikakî destnîşan kir ku di dîroka Kurdistanê de bi qasî dilsoziya ji bo Rêber Abdullah ‎Ocalan, dilsoziyek nehatiye dîtin û got “Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikreke pîroz e û ji aliyê ‎gelan ve hatiye qebûlkirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Şêniyên Kobanê û Minbicê got ew ê li hember êrişan li ber xwe bidin û dê bi ser bikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN) ‎

Tevger û saziyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mohra xwe li xebatên siyasî, civakî, ‎çandî xistin. ‎(BI WÊNE)

Ji bo şermezarkirna êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sekna li dijî êrişan, li Kobanê çalakiya konvedanê bi meşekê ji Qada Azad ve dest pê dike, saet 09:30′an, li Şehbayê jî Yekitiya Cotkaran li Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê saet 10:00′an daxuyaniyekê dide, li navçeyên Tirbespiyê, Dêrik, Girkê Legê çalakiyên kovedanê ya li stasyona Ewdê, li stasyona Girzîro û li herêma Koçerat hatine vedan di roja duyemîn de dewam dike, saet 10:00′an. Li Minbicê jî şêx û rûspiyên eşîran li pêş avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk daxuyaniyekê dide, saet 11:00′an, her wiha partiyên siyasî yên li Minbicê saet 12:00′an daxuyaniyekê dide, li Hesekê jî xelkê bajêr meşeke girseyî li dar dixe û ji Çerxerêya Nesir a li taxa Ezîziyê ve dest pê dike, saet 12:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan li kantona Firatê çalakiyeke konvedan ji bo piştgiriya berxwedana girtiyan û piştgiriya pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Qada Şehîd Egîd a li Kobanê heta 2 rojan li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişloyê sersaxiyê dide malbatên şehîdên di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên vê dawiyê de şehîd bûne. Konê sersaxiyê li Yarîgeha Şehîdên 12′yê Adarê tê vedan. Saet 11:00′an, li navçeya Tirbespiyê jî xelkê bajêr li gundê Sîha Biçûk sersaxiyê dide malbata şehîd Ferhan Xelef û li gundê Gugirê sersaxiyê dide malbata şehîd Ferhan Temê. Saet 13:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star çalakiya xwe ya di çarçoveya piştgiriya pêngava ji bo azadiya Abdullah Ocalan de bi hilbijartinên mijarên ji Manîfesftoya Şaristandiya Demokratîk û nîqaşkirina li ser mijaran bi beşdariya nûnerên ji partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li Kafeterya Telet Heleb a li taxa Şêxmeqsûdê ya Heleb di roja sêyemîn de dewam dike, saet 14:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA