Ciwanên Dirbêsiyê: Li hember êrişên dijmin gelên azadîxwaz li ber xwe didin

Ciwanên navçeya Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li ciwanan kir ku asta têkoşînê li hember êrişan bilind bikin.

Ciwanên Dirbêsiyê: Li hember êrişên dijmin gelên azadîxwaz li ber xwe didin
Ciwanên Dirbêsiyê: Li hember êrişên dijmin gelên azadîxwaz li ber xwe didin
Ciwanên Dirbêsiyê: Li hember êrişên dijmin gelên azadîxwaz li ber xwe didin
Ciwanên Dirbêsiyê: Li hember êrişên dijmin gelên azadîxwaz li ber xwe didin
Ciwanên Dirbêsiyê: Li hember êrişên dijmin gelên azadîxwaz li ber xwe didin
Ciwanên Dirbêsiyê: Li hember êrişên dijmin gelên azadîxwaz li ber xwe didin
Ciwanên Dirbêsiyê: Li hember êrişên dijmin gelên azadîxwaz li ber xwe didin
26 kanûn, 2023   22:29
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşeke girseyî şermezar kirin.

Meş li qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Çerxerêya Gardînya ve bi rê ket.

Li wir endama rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Elîza Hiso daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hember êrişên dijmin ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên azadîxwaz berxwedaneke mezin didin meşandin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan û jinên ciwan hat kirin ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker asta têkoşînê bilind bikin.

(mh)

ANHA