ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-1-2025
27 ÇILE, 2025   02:00

Akademîsyen û çalakvanên Sûryeyî banga yekkirina gotara civaka Sûriyeyê û derbaskirina nakokiyan kirin. Her wiha diyar kirin ku rûxandina rêjîma Beis`ê dê bibe destpêka pêvajoya avakirin û destnîşankirina çarenûsê.

QSDˈê li gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê hewldanên sepandina ewlehiyê û têkbirina bermehiyên rejîma berê didomînin.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo telafîkirina perwerdeya di ser xwendekaran re derbas bûye û vegerandina pêvajoya xwendinê li dibistanên ku di bin serweriya rejîma berê de bûn, stratejî danîn.

Şewata li oteleke li bajarê Bolu yê Tirkiyeyê û di wê şewatê de mirina 78 kesan, rojeva siyasî hinekî paşve da. Rêber Apo di hevdîtinê de ku nêzî 4 saetan dewam kir, sersaxî ji malbatên miriyan re xwest lê detayên din ên naveroka hevdîtinê nehatin parvekirin. Lê hevoka “Xebatên birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin. Piştî ku amadekarîyên wî yên di vî warî de bi dawî bûn, dê daxuyaniyên pêwîst bi raya giştî re parve bike.” rewşa heyî kurteber dike. Tespîta 'pêvajo dê her kesî, me hemûyan bi hev re û bi rengekî azad bide jiyandin' jî li ser naverok û çarçoveya hevdîtinê delîleke girîng e.

Cîhan Hemo ji bo parastina hunera çêwre ya kevnar û bidestxistina dahateke domdar, li ser  şapikan paçikan nexşên bedew dinexişîne.

Xelkê bajarê Qamişlo li pêş Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan sersaxiyê ji malbatên 7 şehîdan re dixwaze, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Komeleya Perwerdê ya bajarê Tirbespiyê ji bo piştgiriya QSDˋê ji pêş komeleyê meşekê li dar dixe, (10:00) her wiha li bajarê Hesekê jî ji pêş Rêveberiya Dibistan bi heman wesîleyê meşek tê lidarxistin, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo piştgiriya YPJ û QSDˋê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk avakirina tabûreke leşkerî radigihîne, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyên 2 şervanên QSDˋê şehîd Ehmed El Hesen û Subhî Ebdulllah El Cero li goristana şehîdan a Şedadê defin dike, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Bi hevkariya Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk û Komîna Şanoyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê monodramaya bi navê "Nesrîn" organîze dike, (15:00) BI WÊNE Û DÎMEN