Li Almanyayê enternasyonalîst ji bo Rojava meşiyan

Li bajarê Heidelbergê yê Almanyayê bi sedan enternasyonalist 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê bi meşekê silav kirin û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Li Almanyayê enternasyonalîst ji bo Rojava meşiyan
26 ÇILE, 2025   22:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan enternasyonalîst li meydana Bismarckplatz a Heidelberg ê ku yek ji bajarên dîrokî yên Elmanyayê ye li hev civiyan û li dijî komkujiyên sivîlan ên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne, meşiyan.

Enternasyonalistan bi dirûşma “Freiheit Fur Rojava” heta kolana herî qelebaliz a bajûr meşiyan û pankarta mezin a “KOBANÊ, Frieden Fur Die Volker Syriens" li ser kelha bajarê dîrokî ya Heidelbergê daliqandin. Enternasyonalistan berxwedana Kobanê ya ku bûye sembola azadiyê ya cîhanê silav kirin.