Ji Rêveberiya Xweser bang: Di leztirîn dem de êrişên dewleta Tirk rawestînin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin şermezar kirin û bang li cıvata navneteweyî kir ku di leztirîn dem de êrişan rawestîne.

Ji Rêveberiya Xweser bang: Di leztirîn dem de êrişên dewleta Tirk rawestînin
26 ÇILE, 2025   22:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdengiya navneteweyî û herêmî sûcên dewleat Tirk a dagirker û çeteyên wê bi "erêkirineke veşartî" wesifand.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk der barê van êrişên dawîn ên li dijî sivîlên li herêmên başûrê Kobanê û Bendava Tişrînê li ser malpera xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ev komkujî di çarçoveya hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku êdî bûye modeleke serkeftî ji bo tevahî Sûriyeyê de tên kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrişên dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên aşkera yên tevahî qanûnên navneteweyî û mirovî ne û nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker di hedefgirtina binesaziyên xizmetguzariyê de bi îsrar e û hewl dide jiyana şêniyên li herêmê felce bike.

Di dawiyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li rêxistinên navneteweyî, mirovî û hiqûqî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û sûcên hovane yên li dijî sivîl û binesaziyê rawestînin, her wiha rêveberiyê banga xwe ji cıvata navneteweyî re dubar kir ku û got bi berpirsiyartiyên xwe yên exlaqî û qanûnê li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabin û ji bo rawestandina êrişên wê zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin.

(fr)

ANHA