ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-04-2026
26 nîsan, 2026   02:00

Salek li ser lidarxistina "Konferansa Yekhelwestiya Kurdî li Rojava"derbas bû, lê Komîteya Yekrêziya Kurdî  li şûna xwe maye bêyî ku ti pêşketinekê pêk bîne. Ev yek pirsên li ser karîna wê ya peydakirina êyek siyasî ya yekgirtî derdixe holê.

Hêzên Sûriyeyê sala 1976`an derbasî Lubnanê bûn û 26`ê Nîsanê 2005`an xwe ji Lubnanê vekişand. Piştî ku rejîma Baasê hilweşiya, tê gotin dibe ku hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîsa derbasî Lubnanê bibin.

Parêzer Hesen Biro anî ziman ku Biryarnameya 13’an wek gaveke yekemîn girîng e, lê ew têrê nake ku gelê Kurd bigihêje hemû mafên xwe. Divê di destûra Sûriyeyê de nasname û zimanê kurdî werin naskirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakvana Sûdanî Naamet Koko diyar kir ku Jinên ku beşdarî YPJ`ê bûn ji bo parastina civaka xwe bikin û mafên xwe biparêzin, gelek bedel dan û fedakarî kirin.

Mêşvanên herêma Aliyan îsal li karê xwe vegeriyan. Êdî çêregeh geş bûne û dê mêşhingiv dikarin hingiv çêkin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar Cemal Derwîş got bi demokrasiyê re dê aramiya siyasî û civakî li Sûriyeyê çêbe, eger sîstema demokratîk li Sûriyeyê bi pêş nekeve dê her tim krîz li welat hebin.

Çavdêran diyar kir ku DAIŞ ji dabeşbûnên civakî û rewşa aborî ya xirab a li Sûriyeyê sûd werdigire da ku bandora xwe berfireh bike. Hate gotin, welatên Kendavê ditirsin ku nelihevkirnên Îran û DYA'yê bibin sedema çareseriyeke ku li ser aramkirina herikîna enerjiyê bi rêya Tengava Hurmuzê, li ser hesabê fikarên ewlehiya herêmî.

Kongreya Star bi daxuyaniyekê dest bi kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bike, daxuyanî li Staduma 12`ê Adarê li bajarê Qamişlo dê were xwendin. 10.30 (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Civakî ya Eremenî û Partiya Yekîtiya Ermenî dê bi boneya Komkujiya Eremeniyan semînerê li dar bixe, li Navenda Hilala Zêrîn li bajarê hesekê. 10.30. (BI WÊNE Û DÎMEN)