Li Hesekê semînerek li ser ragihandina Kurdî hate lidarxistin

Di semînerekê de li Hesekê, rola ragihandina Kurdî di gihandina rastiyê û hişyarkirinê de, di gel pirsgirêk û kêmasiyên herî berbiçav ên ku rê li ber yekbûna gotara Kurdî digirin, hate nîqaşkirin.

25 nîsan, 2026   22:16
HESEKÊ

Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê li Baxçeyê Xwendinê li bajarê Hesekê, bi amadebûna hejmarek rewşenbîr û kesên ku di karûbarên ragihandinê kar dikin, semînerek bi navê "Ragihandina Kurdî: Rewş û Rola wê di Yekkirina Mala Kurdan de" li dar xist.

Semîner ji aliyê endamê Yekîtiya Rewşenbîran, Ebdulwehab Pîranî ve hate pêşkêşkirin. Pîranî bi herferhî bahsa rewşa ragihandina Kurdî kir, rola wê ya girîng di ragihandina rastiyê û hişyarkirina raya giştî de, bi taybetî di şert û mercên aloz ên siyasî û ewlehiyê yên ku herêm pê re rû bi rû ye, destnîşan kir. Her wiha bal kişand ser dijwarî û kêmasiyên herî berbiçav ên ku rê li ber yekbûna gotara Kurdî digirin.

Di dawiya semînerê de, Pîranî bangapêşxistina ragihandina Kurdî bi rêya xurtkirina pêşe, dûrketina ji gotinên teng û xebata ji bo avakirina medyayeke neteweyî ya berfireh, kir.

Beşdaran jî bal kişandin li ser girîngiya piştgiriya medyaya azad û derbaskirina dijwarîyên heyî, da ku rola wê di xizmetkirina civakê û doza Kurdî de zêde bikin.

(ac)

ANHA