ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 - 10 – 2024
25 cotmeh, 2024   02:00

Ji fermandarên YPJ’ê Leyla Waşûkanî diyar kir ku “şehîd Bêrîtan bi şer û cenga xwe ya bêhempa bû xwedawenda hemdemî ya şer û jiyanê” û got “Hevala Bêrîtan ji bo me fermandara giştî ya artêşê ye û em di bin emir û fermana wan de ber bi serkeftinê ve dimeşin.”

Şêniyên Amûde yê kantona Cizîrê, ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bang li partî, hiqûqnas û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Her wiha teqezî bi girîngiya yekirina helwestên siyasî û meşandina xebatên cidî di vî warî de kir.

Mexdûrên şerê li Lubnanê yên li kantona Dêrazorê bi cih bûne, xwest alîkariyên pêwîst ji wan re werin pêşkêşkirin. Meclisa Xwecih a Baxozê jî diyar kir ku ew li gorî derfetan alîkariyê didin mexdûran.

Li Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê beşa banka xwînê û ya telasîmya ji nû ve hatin vekirin.

Xelkê kantona Efrîn û Şehba cenazeyên şehîdên komkujiya Til Rifetê li Pakrewangeha Şehîd Sozan Amanûs a bajarokê Fafînê oxir dike, saet 14:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Strêk a Şopandina Mafên Zarokan li pêş navenda xwe ya li kampa Serdem a Şehbayê daxuyaniyekê dide, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan 7 şehîdên komkujiya Siwêdiyê li Goristana Şehîd Uqab El Eswed a Til Koçerê oxir dike, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li patexta Belçîka Brukselê Kongreya Rêya Sûriya Demokratîk di rojên înê û şemiyê li dar dikeve, di kongreyê de hêzên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêz û kesayetên neteweyî yên sûriyeyê beşdar dibin. (BI WÊNE).