34 Partî û rêxistinan bang kir: Li dora projeya xwe kom bibin

34 Partî û rêxistinên siyasî bang li gel kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dora projeya xwe ya demokratîk û hêzên xwe yên leşkerî kom bibin.

34 Partî û rêxistinan bang kir: Li dora projeya xwe kom bibin
24 cotmeh, 2024   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

34 Partî û rêxistinên siyasî der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek hevbeş da.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û hêzên cîhanê hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin û  dawî li êrişa dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bînin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Hate gotin armanc ji van êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û koçberkirina şêniyên herêmê ye.

Di berdewama daxuyaniyê de berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî DAIŞˈê hate bi bîrxistin û hat gotin "Gelê herêmê bi desteka Koalîsyona Navneteweyî şerê hevkara rejîma Tirk a faşîst, (DAIŞ a terorîst) kir û cîhan ji belaya wê xilas kir. Rejîma Tirk a faşîst bi van êrişên xwe hewl dide tolê binkeftina DAIŞˈê ji gelê herêmê hilîne. Her wiha hewl dide ewlehiya herêmê xirab bike da ku derfeteke guncaw ji bo revandina terorîstên DAIŞˈê ji girtîgehên Rêveberiya Xweser biafirîne. Ev yek jî wê careke din ewlehî û aştiya navneteweyî bixe metirsiyê."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker a ku li ser hestûyên gelên bindest hatiye avakirin di qirkirina gelên herêmê de bi îsrar e û  bi van êrişan dixwaze pirsgirêkên xwe yên hundirîn derxe derve.

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk hewl dide bi rêbazên leşkerî, ne bi rêyên demokratîk ên aştiyane pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike.

Di berdewama daxuyaniyê de ev bang hatin kirin:

"Bi navê partî û hêzên ku daxuyanî îmze kirine, bangên me ev in:

-Em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî Terorê ya bi serperiştiya Amerîkayê dikin ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêma me rawestîne û qada hewayî ya herêmê li ber wê bigire.

-Em bang li Meclisa Ewlehiyê û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku biryara derxistina dewleta Tirk a dagirker ji deverên dagirkirî û cezakirina wê ji ber sûcên ku wê pêk anîne, bide.

-Em bang li Amerîka û Rûsyayê dikin ku peymanên ku di 2019'an de bi dewleta Tirk a faşîst re îmze kirine, pêk bînin.

Em sûcên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê bi tundî şermezar dikin. Ji bo parastina destkeftiyên bi xwîn û xwêdanê hatin bidestxistin, ji têkbirina dagirkerî û terorê jî em bang li gelê xwe dikin ku ji her demê zêdetir, li dora projeya xwe ya demokratîk û hêzên xwe yên leşkerî kom bibin. Ji bo parastina projeya xwe ya demokratîk em bi yekrêziyekê bi gel û hêzên xwe re ne."

Partî û hêzên ku li ser daxuyaniyê îmze kirine:

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

1-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

2-Partiya Kesk a Demokrat

3-Partiya Aştiya Demuqrat a Kurdistanê

4-Partiya Lîberal a Kurdistanê

5-Partiya Komunîst a Kurdistanê

6- Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S)

7-Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî

8-Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê

9- Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

10-Partiya Sûriya Pêşerojê

11-Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

12-Partiya Nûjen a Kurdistanê

13-Yekitiya Karkerên Kurdistanê

14-Desteya Nîştimanî ya Erebî (Heyai El Weteniya El Erebiya)

15-Partiya Nûjen û Demokrat a Sûriyeyê

16-Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî Sûrî

17-Partiya Çeksaziyê –Sûriye

18-Partiya Asûrî ya Demokratîk

19-Partiya Biratî ya Kurdistanê

20- Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê

21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

22-Kongra Star

23-Partiya Muhafezkaran

24-Partiya Têkoşîna Demokrat

25-Şepêla Pêşeroja Kurdistanê (Ş.P.K)

26-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

27-Heyet El Tensîq El Weteniye- Hereket El Texyîr El Demokratî

28-Partiya Yekitiya Suryanî

29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê (P.K.N.K)

30-Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)

31-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî)

32-Şepêla Çep a Şoreşge li Sûriye

33-Partiya Suraya.

34- Partiya El Weten El Sûrî.

(mh/bb)

ANHA