ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-04-2026
24 nîsan, 2026   02:00

Akademîsyena ji Misirê Dr. Seher Hesen diyar kir ku însiyatîfên aştiyê bandora xwe sînordar dimînin heya ku ji hêla îradeyeke siyasî ve neyên piştgirîkirin û got “Banga Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê deriyek e.”

24'ê Nîsanê salvegera Komkujiya Ermenan û Komkujiyên Sêfo yên 1915'an e ku ji bo nûkirina banga naskirina qurbaniyan, xurtkirina nirxên edaletê û mafan, xebata li ser bicihanîna bingehên demokrasî û pirrengiyê ji bo parastina pêkhateyan û pêşîlêgirtina dubarebûna trajediyan wiha bûye boneyek. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê Idrîs Çaçan diyar kir ku di vê qonaxê de yekitiya Kurdan pêwîst e û destnîşan kir ku partiyek bi tenê nûnertiya gelê Kurd nake. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêjeya ava binerd li hinek herêmên Rojava ji berê baştir bûye. Av li Himê 28 cm, li Til Temirê ava bîran 3 m, li Dirbêsiyê 2 m, gundê Kerbetilî 3 m û Amûdê 3,7 m bilind bûye. Bilinbûna rêjeya avê bandoreke erênî li jîngeh û çandiniyê dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê yên ku li Kampa Newroz a Dêrikê dimînin, êdî dixwazin bi ewle vegerin herêmên xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Amûdê cenazeyên 2 şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl defin dike, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Roja Şehîdan li Rojava û bibîranîna Şehîdên Qereçoxê xelkê Kobanê li ber gorên şehîdan ên Pakrewangeha Şehîd Dicle mûman pê dixe, 17.00ˊan, xelkê Qamişloyê jî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan mûman pêdixe, 19.00ˊan, xelkê bajarên Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê jî li pakrewangehên şehîdan mûman pêdixin, 20.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Civaka Ermenî ya bajarê Hesekê şehîdên Ermen li Dêra Malbata Pîroz bi bîr tîne, 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN