Xortekî ji Til Temirê li Mêrdînê mir, organên hundirîn hatin rakirin

Xortekî ji gundewarê Til Temirê dema ku li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê dixebitî ji ber şoka kehrebê mir. Dema malbatê cenaze wergirt û guhertinên di laşê wî de dîtin şoka man. Malbatê banga vekirina lêpirsînekê kir.

Xortekî ji Til Temirê li Mêrdînê mir, organên hundirîn hatin rakirin
23 nîsan, 2026   23:14
HESEKÊ

Duh, xortê bi navê Yûsif Mihemed El Kurdî (20) ê ji gundewarê Til Temirê dema ku li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê li cihê karê xwe dixebitî kehrebe bû û wefat kir. 

Li gorî yek ji xizmên xort daxuyandiye, Yûsif li ser kar kehrebe bû û rakirin nexweşxaneya giştî ya Mêrdînê, lê beriya bigihîne nexweşxaneyê wefat kir.

Lê kesên bi wî xortî re nehiştin derbasî nexweşxaneyê bidin an jî heta 24 saetan cenaze bibînin û piştî teslîmê yek ji malbata wî kirin.

Piştî malbatê cenaze wergirt, veguhastin gundê Til Hefyan El Şerqiye yê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê. Malbatê cenaze bir Nexweşxaneya Xabûr a li bajêr, da ku bijîşkê şerî bibîne, sedemên wefatê û tedbîrên di hundirê nexweşxaneya li Tirkiyeyê de hatine girtin çi ne, bizane.

Li gorî malbatê, di morgê de hat diyarkirin ku laşê kurê wan giştî hatiye qelişandin û organên hundirîn rakirin, pembo xistine şûna wan û durûtine. Vê yekê şok bi malbatê re çêkir û banga vekirina lêpirsînê kir.

Ciwan Yûsif Mihemed El Kurdî ji gundê Til Hefyan El Şerqî yê Til Temirê ye, ji bo alîkariya malbata xwe bike çûye Tirkiyeyê.

(fr)

ANHA