ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-02-2026
23 sibat, 2026   02:00

Aşûr, Ereb û Kurd ên Til Temir bi yek helwestî diyar kirin ku ew zimanê nefretê qebûl nakin û divê têkiliya xwe ya civakî biparêzin. BI WÊNE Û DÎMEN

Krîza gazê li bajar Hemayê û gundewarên wê gihîştiye rêjeya nayê peydekirin û êdî şênî paporên gazê bi kar tînin.

Piştî peymana 29`ê Çileyê di navbra Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, hin gavên pratîk di hêla ewlehî, leşkerî û rêveberiyê de pêk hatin, lê di der barê rewşa Kobanê û vegera koçberan de heta niha ti gav nehatine avêtin.

Temenê wî nebû asteng ku xwena xwe pêk bîne û fêrî zimanê dayîkê bibe û hemû dîwanên Cegerxwîn bixwîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê cenazeyên 6 şehîdên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê ji bo şervanê QSDˊê Serbest (Mehmûd Macid Bekir) li pêş malbata malbata wî ya li taxa Şerqî merasîmeke xiyabî li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊEN Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo 2 endamên Asayîşê û 2 şervanên QSDˊê li Stadyûma Korînîş merasîmeke xiyabî li dar dixe, 11.0ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN