Li Hollandayê meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu’

Li paytexta Hollandayê Amsterdamê Kurdistanî û dostên wan, bi daxwaza, “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu” meşiyan. Girseyê anî ser ziman ku heta ku daxwazên wan pêk were çalakî wê dewam bikin.

Li Hollandayê meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu’
22 sibat, 2026   23:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Hollanda Amsterdamê bi banga DemNed û Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û naskirina statuya Rojava meşiyan.

Meş di saet 15:00’an de li Leidspleinê despê kir û timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Freedom for Ocalan”, “Free Rojava”, “Free Kurdistan” û “Status for Rojava” hatin berzkirin. 

Di çarçoveya çalakiyê de bi armanca agahîdayîna derbarê meşê de axaftin hatin kirin û danezan hatin belavkirin. Kurdistanî û dostên wan destnîşankirin ku heta statuya ji bo Rojava û pêkanîna daxwazên azadiyê çalakiyê xwe bidomînin.

Çalakî li Qada Damê bi axaftinan bi dawî bû.