ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-01-2024
23 ÇILE, 2024   02:00

Ji gundê xwe yê biçûk Silindirê yê bajarê Amûdê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna xwe ya şoreşgerî dest pê kir û li 4 parçeyên Kurdistanê geriya. Dema jê hat xwestin têkoşînê li derveyî welat bike, gavên wê yên yekemîn li Ermenistanê bû, ji wir berê xwe da bajarê Minbicê yê Sûriyeyê, dûre herêma Dêrazorê û piştre bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê. Kerkûk jî cihê wê yê dawî bû, ji ber ku li wir bi destê îstîxbarata dewleta Tirk û tevkarên wê di êrişeke terorîst a hovane re derbas bû. (BI WÊNE)

Jinên perwerde li ser destê têkoşer, şehîd Zelal Zagros wergirtine soza xwe ya pêkanîna wesiyeta şehîd nû kir û got ew ê di oxira rizgarkirina jinê de têkoşînê dewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê MSD`ê Mehmûd El Mislet got li rex meşandina kar û xebatan li derve, hewldanên xwe ji bo yekkirina hemû pêkhateyên Sûriyeyê xurttir dikin, da ku nexşerêya di kongreya 4`an de hate diyarkirin, çalak bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî 20 gerên civînên rêveçûna Astanayê ku êdî encamên wê di jiyana gelê Sûriyeyê de baş xuya bûne, wek xêzkirina sînorên kontrolê yên nû û dabeşkirina wê di nava 3 aliyên girêbestan de, guhertina demografiya deverên Sûriyeyê û koçberkirina gel û bicihkirina hinên din li şûna wan li gorî berjewendiyên xwe. Gelê Sûriyeyê bi fikar û pirsiyarî û gelo dê gera 21ˊê bi dewleta wan çi bike, dişopînin. (BI WÊNE)

Yekitiya Xwendekarên Demokratîk der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeê li pêş avahiya fakulteya petrolê li Zanîngeha Rojava ya li bajarokê Rimêlanê daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê gundewarên rojavayê Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Azad ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Dirbêsiyê meşekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Medclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Efrîn û Şehbayê li hola Axîn a li navçeya Fafînê konferansa xwe ya sêyemîn li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya piştgiriya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de li hola Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê forumekê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA