Jinên têkoşer Zelal perwerde kirine: Em wesiyeta wê pêk bînin

Jinên perwerde li ser destê têkoşer, şehîd Zelal Zagros wergirtine soza xwe ya pêkanîna wesiyeta şehîd nû kir û got ew ê di oxira rizgarkirina jinê de têkoşînê dewam bikin.

Jinên têkoşer Zelal perwerde kirine: Em wesiyeta wê pêk bînin
23 ÇILE, 2024   03:34
MINBIC

Ji jinên perwerde li ser destê şehîd Zelal Zargors dîtine, endama Komîteya Perwerdê ya Xeta Xerbî ya Minbicê Şems Berkel. Şems ji ajansa me re li ser têkoşera Zelal axivî.

ˊEM HEMÛ ZELAL INˊ

Şems wiha got: "Têkoşer, siyasetmedar û xwedî kesayeta bihêz bû. Taybetmendiyên navê Zelal, ku tê wateya sade û paqijbûn hilgirtibû."

Şems wiha domand: "Hevrê Zelal her tim em xurt dikirin, bi taybet jin. Ji me re digot di tevahî aliyan de ji bo xwepêşxistinê helwdanên zêde bidin."

Şems soza şopandina têkoşîna Zelal a 31 salan di oxira doza rizgarkirina jinê û gelê xwe de, da û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ger wan hevrê Zelal hedef girt, em hemû Zelal in. Em li ser şopa hevrêyên têkoşer dimeşin. Em ê heta tevahî jin azadiya xwe bi dest dixin, tê bikoşin."

ˊEW DAYIK, XWIŞK Û HER TIŞTÊ ME BÛˊ

Endama Komîteya Xizmetguzariyê ya Xeta Farat a Minbicê Ebîr El Hesen got şehîd Zelal Medlcisa Xeta Farat damezrand û di jinên Minbicê de ruhê jina azad xurt kir û wiha domand: "Me ji wê henûnbûnê werdigirt, ew dayik û xwişk û her tiştê me bû."

Ebîr wiha domand: "Şehîd Zelal bandoreke mezin di dilên me de hişt, em wê ji bîr nakin."

Hevseroka Xeta Ebû Qelqel Hacer El Elî li ser rola şehîd Zelal a avakirina komîn û meclisan piştî rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞˊê axivî û wiha got: "Vîna wê xurt bû û li hember tevahî astengiyan disekinî. Di me de ruhekî geş ava kir."

Hacer wiha domand: "Di oxira jinan de gelek têkoşîn kir. Hin guhartinên mezin çêkir, bi taybet di malbatê de. Me bi saya wê gelek astengiyên li pêşberî xwe derbas kirine. Ew pêşenga me hemû jinan bû."

Hacer diyar kir ku şehîd Zelal ne pêkan e mîna careke din werin, destê xiyanetê nikare vîna fikrên wê têk bibin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bi wê serbilind din û soz didin ku tiştê di kesayetên me de çandiye, temam bikin."

ˊEM Ê WESÎYETA WÊ PÊK BÎNINˊ

Li aliyekî din jî hevseroka Komîteya Lihevanînê ya Xeta Muhteriq Hemîde El Hemaş axivî û wiha got: "Hefrê Zelal di nava civakê de dihat hezkirin. Ji ber ku em ji cehaletê rizgar kirin, maf û erkên me bi me dan nasîn. Hembûna me ya îro li saziyan bi saya wê ye."

Hemîd di dawiyê de got: "Em ê fikrên wê dewam bikin û heta rizgarkirina jinan li ser şopa wê bin. Ji ber ku wê em wisa fêr kirine û wesiyet li me kir. Em ê li ser soza xwe bin."

(fr)

ANHA