ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 - 4 – 2025

Parêzer Îsmet Îbrahîm û rêveberê PYD’ê Îsmaîl Mihemed destnîşan kirin ku dewleta Tirk tenê di gotinê de behsa aştiyê dike, lê gav ne avêtine, lewma şertê baweriya li hemberî wê azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan e. BI WÊNE Û DÎMEN
Roja 22’yê Nîsanê ji bo Kurdan rojeke girîng e, ji ber ku ev roj roja derketina yekemîn rojnameya kurdî ‘Kurdistan’ e ku Mîqdad Mîdhet Bedirxan di sala 1898’an de li Qahîreyê derxist. BI WÊNE
Xwediyên pez ji ber hişkesaliyê ku bandoreke mezin li pezên wan kir, metirsiyên xwe yên zêde nîşan dan û bijîşkên beyterî jî şîret û pendên parastina sewalvaniyê pêşkêş kirin. BI WÊNE Û DÎMEN
Rêvebera kampa Holê Cîhan Henan destnîşan kir ku di demên dawîn de li kampê êrişên li ser karmend û rêxistinan û hewldanên ji bo revandina malbatên çeteyên DAIŞ'ê zêde bûne. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku der barê kampê de berpirsyariyên xwe pêk bînin. BI WÊNE Û DÎMEN
Jinên çalakger ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku jina Sûriyeyî beşeke resen ji dîrok û şaristaniya civaka Sûriyeyê bû û hîn jî wiha ye û got nebûna wan di cihê biryardayînê de gefên yekser li pransîbên demokrasiyê dixwin. BI WÊNE Û DÎMEN
Îlham Ehmed diyar kir ku vegera li sîstema navendî êdî vebijêrekek mayînde nîn e û got "Her kes dibîne ku divê Sûriye bi awayekî hevbeş were birêvebirin." BI WÊNE Û DÎMEN
Îsraîlê hebûna Enqere li Sûriyeyê naxwaze û DYA’yê di aramkirina rewşê di navbera her du aliyan de navbeynkariyê dike. Riyadê jî bi armanca kêmkirina aloziya di navbera Washington û Tehranê de di nav hewldanan de ye. Dan û standinên li Ummanê yên di navbera DYA-Teranê de jî nikarîn aramiyê pêk bîne. BI WÊNE
Pêkhateya Xiristiyan a li Qamişloyê cejna Paskalayê pîroz dike, (08:00). BI WÊNE Û DÎMEN
Xelkê kantona Firatê cenazeyên du şehîdên Berxwedana Bendava Tişrînê li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê defin dike, (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN