Serokê YNK’ê: Balafir û dronên Tirkiye nahêlin PKK kongreya xwe lidar bixe
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî diyar kir ku PKK’ê agirbest ragihand û amadebûna xwe ji bo lidarxistina kongreya xwefesihkirinê eşkere kir, lê balafir û dronên Tirkiyeyê nahêlin ev yek bê kirin û her roj bombebaranan dikin.

Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî di hevpeyvîneke bi televîzyoneke taybet re têkildarî pêvajoya çareseriyê ya bi banga sedsalê ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, axivî.
Talebanî got; “PKK’ê agirbest ragihand û amadebûna xwe ji bo lidarxistina kongreya xwe fesih kirinê eşkere kir. Lê balafir û dronên Tirkiyeyê nahêlin ev yek bê kirin û her roj bombebaranan dikin. Di vê derbarê de heta Amerîkiyan jî bi dilgiranî ji min re gotin ku ‘dronên Tirkiye derfetê nadin PKK kongreya xwe lidar bixe.”