ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-12-2024
20 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên Dirbêsiyê got pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê beşeke hewldanên dewleta Tirk ên ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna ramanên Rêber Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan hêza çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

Şêniyên kantona Reqayê bang li tevahî gelê Sûriyeyê kir ku nekevin xefka fitneyan û got gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û etnîkên xwe yek e.

Rûspiyekî êleke Ereban diyar kir ku di nava çeteyên dewleta Tirk a dagirker de çeteyên DAIŞˈê hene û gefa kuştinê li wan dixwin.

Di çarçoveya bersivdana banga seferberiya giştî de, jinên Çilaxa di nava dewriye û nobetdariyê de taxên xwe diparêzin. Jinan got berevaniya vê xakê û parastina wê berpirsiyariya wan e.

Partiya El Weten El Sûrî bang li gelê Sûriyeyê kir ku diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî dûrî tundî û destwerdanên derve pêk bînin da ku bibe rêbaza pêkanîna lihevkirineke neteweyî û parastina mafên pêkhateyên Sûriyeyê.

Meclisa bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî li qada Sûriyeyê 2 civînên cuda li gundê Xiwêtele li nêzî eniyên şer û bajarokê El Xera yê herêma Çiyayê Kezwan li dar dixin. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN