Hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqa gundewarê başûrê Reqayê ji çeteyan paqij kir

Navenda Ragihandinê ya QSDˋê diyar kir ku Hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqayê yên girêdayî QSDˋê operasyona paqijkirina gund û bajarên Sebxe, Meidan û Zor Şemer ên gundewarê başûrê Reqayê bi dawî kir.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqa gundewarê başûrê Reqayê ji çeteyan paqij kir
19 kanûn, 2024   22:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser rûpelên xwe yên fermî daxuyand ku şaneyên tê gumankirin ên rêxistina terorîst a DAIŞˋê ne êrişî Hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqayê kir, bi wê re hêzan li gund û bajarokên Sebxe, Miedan û Zor Şemer ên gundewarê başûrê Reqayê operasyona paqijkirinê dabû destpêkirin. Hêzan ew herêm paqoj kir, ewleh û îstîqrar pêk anî û ew şane ber bi çolistanê ve reviyan.

(fr)