ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2 - 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2 - 4 – 2025
2 nîsan, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê diyar kir ku aştî bi azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike. Bİ WENE Û DÎMEN

Însiyatîfa Qenadîl bi rêya vekirina dewreyên perwerdeyê û lidarxistina atolyeyan hewl dide rola jinên sûriyeyî di hemû qadan de bi pêş bixe. Bi WENE Û DÎMEN

Çandiniya bejî ji ber hişkesaliyê berhem neda; dewleta Tirk a dagirker jî bi êrişên xwe stasyonê avê û kehrebeyê ji xizmetê derxistin, lewma çandiniya avî jî nehat kirin. Sewalvaniyê jî para xwe ji hişkesaliyê girtiye. Bi WENE Û DÎMEN

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku bi hebûna çeteyan li Efrînê ewlehî tune ye û hêviya wan ku ewle vegerin cih û warê xwe. Di vê cejna Remezanê de jî tenê hêviyeke wan heye, ew jî vegera ewle ye. Bi WENE Û DÎMEN

Bi demsala biharê re welatiyên ku sewalkariyê dikin sewalên xwe derdixin çêregehan. Ji bo pêşîgirtina li nexweşiyan jî bi rêbazên cuda tedbîran digirin. Bi WENE Û DÎMEN

Meclisên Malbatên Şehîdan ên bajarên Tirbespî Amûdê, Til Temie û Şedadê yên kantona Cizîrê bi daxuyaniyan wêrankirina goristana şehîdan a bajarê Minbicê yê dagirkirî şermezar dikin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çilaxa bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahiyekê li hola Roj a bajêr ji zarokên şehîdan re li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN