ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-12-2024
19 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên bajarê Til Temrê yê kantona Cizîrê diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan rêgezên demokrasiyê û jiyana hevbeş di nava gelên herêmê de ava kiriye.

Mela Mihemed Reşîd El Xerzanî peyamek da tevgera siyasî ya Kurdî ya li Sûriyeyê û got: “Nakokî û parçekirina we, xizmetî dijmin dike. Eger em di vê qonaxê de nebin yek, gel, kolan û gotinên xwe nekin yek em ê gelekî lewaz bin û dê zirar bigihîne gelê Kurd."

Şêniyên Çilaxayê girêdana xwe bi axa xwe û şoreşa xwe ve anîn ziman û dane zanîn ku ew ê bi yekitî û hevgirtina xwe dagirkeriyê têk bibin û şoreşa xwe biparêzin.

Koçberên Efrînê yên gihaştine kantona Cizîrê diyar kir ku dema ew ji Şehbayê bi darê zorê koçber bûne çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî wan sûc pêk anîn. Koçberan got Rêveberiya Xweser ew pêşwaz kirin û pêdiviyên sereke ji wan re peyda kirin.

Şêx û rûspiyên êlên Ereb diyar kir ku Kurd û Ereb bi hezaran salan tevneke civakî ava kiriye û got hewlên derxistina fitne û nakokiyan di navbera her du pêkhateyan de dê têk biçin.

Xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa li navenda Ciwanên Şoreşger a Dêrikê sersaxiyê didin malbatên 3 şervanên QSDˋê şehîd Rêzan Efrîn, şehîd Çekdar Omer û şehîd Yilmaz Elî. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û piştgiriya QSDˋê meşekê li dar dixe. (11:00) Li bajarê Dirbêsiyê jî bi heman wesîleyê meşek tê lidarxistin. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê cenazeyên şervanên QSDˋê Şêro Elî û Rojbîn Hesekê yên di berxwedana Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê de şehîd bûne li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê defin dikin. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê cenazeyên 7 şervanên QSDˋê, şervanên Hêzên Xweparastinê û 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li goristana şehîdan a bajarokê Hikumiyê defin dikin. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN