Dagirker Qereqozaq topbaran dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan êrîşî Pira Qereqozaq a başûrê Kobanê kirin.

Dagirker Qereqozaq topbaran dikin
19 kanûn, 2024   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku duh bi şev derbên giran ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên YPJ’ê xwarin, êrîşên çateyan hatin şikandin û paşta vegeriyan.

Di şerê ku duh li derdora Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê destpê kiribû de, dema ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv dan êrîşên dagirkeran, herî kêm 37 çete hatin kuştin 5 wesayîtê ku çete jî di nava wan de hatin rûxandin.

ANHA