ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-11-2025
19 mijdar, 2025   02:00

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi dehan ton zeytûn talan kirin, bi ser malan de girtin û êriş pêk anîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Endama Akademiya Jineolojiyê Alya Osman tundî bi îstîsmarkirin û kolekirina bi armanca ferzkirina serdestiya zayendekê li ser zayendeke din pênase kir û diyar kir ku bi tundiya li ser jinan civakeke azad û hevseng ava nabe. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku komîsyona li parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin ji erkên xwe yên bingehîn direve û ev yek jî hewldanên avakirina bawerî û têkiliya dîrokî têk dibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Saziya Pirkirina Tov li kantona Reqayê 950 peyman bi cotkaran re îmze kir, ku bi giştî 40 hezar donim erd dihewîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Di 8 saliyê de lingekî xwe winda kir, di 23 û 29 saliya xwe de jî 2 caran neçarî koçberiyê bû. Niha di şertên dijwar ên kampan de li benda vegera biewle ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistinên Civaka Demokratîk li kantona Reqayê 2`mîn Konferansa Yekîtiya Ajokaran bi li dar dixe. Konferans dê li Hola Yekîtiya Parêzeran li bajarê Reqayê were lidarxistin. 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê panelekê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar dixe, 10.00ˊan, Kongra Star a bajarê Çilaxa civînekê li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dar dixe, 10.00ˊan, li hola Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya bajarê Dêrik li dar dixe, 09.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo endama Hêzên Ewlekariya Navxweyî, Bêrîtan Kutlu, li bajarê Girkê Legê merasîma bîranînê tê lidarxistin. 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya çalakiyên Roja Navneteweyî ya Têkolşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, panelkê li dar dixe. saet 10.00. Kongra Star star jî li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê meşek ji bo mêran li dar dixe. 11.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Tebqayê, bi hevkariya Partiya Yekîtiya Demokratîk, bi boneya Roja Navneteweyî ya Têkolşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, panelekê li dar dixe. Panel dê li avahiya Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Tebqayê, were lidarxistin. 11.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star li kantona Firatê, di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Navneteweyî ya Têkolşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de semînerkê li dar dixe. 11.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Dewreya perwerdehiyê ya hevserok û rêveberên saziyên li Tel Temerê, ku ji hêla Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê ve tê lidarxistin, bi dawî dibe. 14.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di roja xwe ya 7`mîn de bi sermînerke li ser sînemaya Kurdî de saet di 10:00 de berdewam dike. Êvarê, çend fîlm dê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li Qamîşloyê werin nîşandan. 16.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Ofîsa Têkiliyan a MSD`ê li Kantona Cizîrê, panelkê bi sernavê "Nirxandina Rewşa Siyasî ya Niha û Rola Hevpeymanan di Rizgarkirina Sûriyeyê de" li dar dixe. Li Hola Zana ya bajarê Qamişlo. 17.00