Li ser rêya Dêrik-Tirbespiyê bûyera trafîkê çêbû kesek jiyana xwe ji dest da

Li ser rêya Dêrikê – Tirbespiyê bûyera terafîkê qewimî, di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da yek jî birîndar bû.

Li ser rêya Dêrik-Tirbespiyê bûyera trafîkê çêbû kesek jiyana xwe ji dest da
18 mijdar, 2025   23:41
QAMIŞLO

Îro êvarê li ser rêya Dêrik – Tirbespiyê, li nêzî gundê Girê Mêrgê, erebeyek û motosiklek li hev ketin.

Di endama bûyerê de kesê bi navê Fêsel Xerîb El Dibo jiyana xwe ji dest da û Basil El Damin birîndar bûn û ew rakirin naxweşxaneyên Qamişlo.

(k)