ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 – 07 – 2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 – 07 – 2026
14 tîrmeh, 2026   02:00

- Hevserokê Rêveberiya Xweser a Kobanê hewldanên guhertina navê Kobanê wek berdewama feraseta rejîma Baasê bi nav kir û got “Kobanê wê Kobanê bimîne.” BI WÊNE Û DÎMEN

- Malbatên koçber piştî salên koçberiyê dest bi vegera bo gundên xwe yên li bajarokên Zirgan û Til Temirê kiriye. Lê wêraniya ku li mal û binesaziyê pêk hatiye û nebûna xizmetên bingehîn û bernameyên avakirinê, dibe astengiyeke mezin li pêşiya kesên ku vegeriyane û yên dixwazin vegerin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Jinên rêveber ji bo mîsogerkirina mafên jinan di destûra nû de banga hevgirtin û têkoşîna hevpar li tevahiya jinên Sûriyeyê kir û got bêyî beşdariya jinan Sûriyeyeke demokratîk ava nabe. BI WÊNE Û DÎMEN

- Di demsala havînê de ava vexwarinê nagêhîje hemû malên taxa Cûdî ya Qamişloyê. Şênî çareseriyê dixwazin. Gerînendetiya Avê jî diyar dike divê şênî berpirsyar nêz bibin û avê xusar nekin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Temenê Wedha Xelef 105 sal e û bûye yek ji şahidên dîroka Rojava û Sûriyeyê. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xizmetguzariya ku ji hêla Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng ve dihate pêşkêşkirin, ji ber kêmbûna piştgiriyê, derman û kadroyên tibî, kêm bûye. Ji bilî beşa destwerdana lezgîn, piraniya beşên wê ji xizmetê derketine û 5 meh e mûçeyên karmendan nehatine dayîn. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên bajarê Çilaxayê siyasetên erebkirinê yên li dijî gelê Kurd red kirin û da zanîn ku navên bajar û gundên resen ên kurdî temsîla bîra dîrokî û çandî ya xelkê herêmê dikin û dê heya dawiyê parastina wan bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xelkê bajarê Amûdê bi armanca şermezarkirina erebkirina navên bajar û gundên Kurdan li Qada Jina Azad daxuyaniyekê dide, saet 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li bajarên herêma Cizîrê û Kobanê rêzecivînên bi boneya salvegera Berxwedana 14ˊê Tîrmehê tên lidarxistin. Li Hesekê û Til Temirê saet 10.00ˊan, li Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Kobanê saet 11.00ˊan, li Dirbêsiyê saet 12.00ˊan û li Qamişloyê saet 18.00ˊan, civîn tên organîzekirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li bajarê Qamişloyê li dijî siyasetên hikumeta demkî yên birçîkirina gelê Sûriyeyê, ji pêş Mizgefta Qasim xwepêşandanek tê lidarxistin, saet 18.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN