ˋYekrêziya Kurdî ne xweşiyek e, pêwîstiyeke hebûnî yeˊ

Di semînera ku NRLSˊê organîze kiriye de bal li ser astengiyên rûbirûyî pirsgirêka Kurdî, rêbazên pêşxistina yekrêziyê ji bo parastina destkeftiyên siyasî û civakî hat kişandin.

ˋYekrêziya Kurdî ne xweşiyek e, pêwîstiyeke hebûnî yeˊ
ˋYekrêziya Kurdî ne xweşiyek e, pêwîstiyeke hebûnî yeˊ
ˋYekrêziya Kurdî ne xweşiyek e, pêwîstiyeke hebûnî yeˊ
ˋYekrêziya Kurdî ne xweşiyek e, pêwîstiyeke hebûnî yeˊ
ˋYekrêziya Kurdî ne xweşiyek e, pêwîstiyeke hebûnî yeˊ
ˋYekrêziya Kurdî ne xweşiyek e, pêwîstiyeke hebûnî yeˊ
ˋYekrêziya Kurdî ne xweşiyek e, pêwîstiyeke hebûnî yeˊ
ˋYekrêziya Kurdî ne xweşiyek e, pêwîstiyeke hebûnî yeˊ
ˋYekrêziya Kurdî ne xweşiyek e, pêwîstiyeke hebûnî yeˊ
13 tîrmeh, 2026   23:49
QAMIŞLO

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) vê êvarê li Baxçeyê Xwendinê ya Qamişloyê bi sernavê "Yekrêziya Kurdî ne xweşiyek e, pêwîstiyeke hebûnî ye" li dar xist. Di semînerê de rewşenbîr û oldar amade bûn, astengiyên rûbirûyî pirsgirêka Kurdî û rêbazên pêşxistina yekrêziyê ji bo parastina destkeftiyên siyasî û civakî nîqaş kirin.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endamê Desteya Rêveber a NRLSˊê Kurdiyar Dirêî û endamê Komîteya Têkiliyan a NRLSˊê Luqman Ebdullah li ser girîngiya pêkanîna yekrêziya Kurdî nîqaş kirin.

Di mijara yekemîn de Dirêî bal kişand ser sedemên hiştine yekrêziya Kurdî lawaz bibe û got hişmendiya burjewazî û eşîrtî, berjewendiyên malbatî û herêmî yên teng ji sedemên ku bandorên neyênî li ser pirsgirêka Kurdî kirine, ne.

Dirêî îşaret bi peymanên navneteweyî yên ku Kurdistan parçe kirine kir, weke Peymana Sykes-Picot û hwd. û anî ziman ku van peymanan rewşa cudabûnê kûr kir û firsetên pêkanîna yekrêziyê lawaz kir.

Luqman Ebdullah jî di mijara duyemîn de bal kişand ser destkeftiyên hevbeş û xeteriyên wan tehdîd dikin û got pirsgirêka kurdî di werçerxên hesas re derbas dibe û pêdiviya wê bi parastina destkeftiyan û dûrketina ji dabeşbûnên partiyetê heye.

Ebdullah amaje bi girîngiya yekkirina xîtaba siyasî kir û got yekrêziya Kurdî bingeha avakirina stratejiya siyasî û parastinê ya yekgirtî ye û temsîla hêmaneke girîng di pêşxistina amadebûna pirsgirêka Kurdî li pêş civaka navneteweyî de dike.

Semîner bi nîqaşên vekirî yên beşdaran bi dawî bû. Beşdaran got yekrêziya Kurdî nûnertiya pêwîstiya neteweyî ya parastina destkeftiyan û pêşxistina helwesta Kurdî li hember astengiyên siyasî dike.

(fr)

ANHA