ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-02-2026
14 sibat, 2026   02:00

Gundê Îtwêran ê Kobanê nêzî sînor e û di dorpêçeke giran de ye. 25 malbat ji gundê xwe dernakevin û li hember hemû şert û mercan jî li ber xwe didin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya şîrketa çîmentoyê ya Hemayê 75 karmend ji kar derxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

“Eger em jihevcudabûna di nava artêşa Tirk de û Gladîo’yê li ber çavan negirin, em nikarin vê operasyonê rast şîrove bikin. Di dîroka pêvajoyên NATO’yê de ji sedî sed operasyoneke herî girîng a pêvajoyan e.”

Zelîxa Qido neçarî koçberiyê kirine û ev bûye 7 sal ji ber çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nikare vegere mala xwe. Zelîxa dibêje “Hêza me di hevgirtina me de ye.” BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskar Elî El Emîn El Siweyid diyar kir ku ji hikumeta demkî tê xwestin ku bernameyeke siyasî ya zelal nîşan bide. Her wiha destnîşan kir ku divê reformên siyasî di destûrê de werin bicihkirin da ku kes nekare jê vegere û bang li hikumetê kir ku li şûna mentiqê desthilatdariyê ber bi mentiqê hevkariyê ve biçe. BI WÊNE Û DÎMEN