ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 – 11 - 2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 – 11 - 2023
13 mijdar, 2023   02:00

Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Şaban got, eger ramanên Rêber Abdullah Ocalan werin pêkanîn dê tevliheviya cîhanî, şer û nakokiyên siyasî û civakî kêm bibin. Her wiha anî ziman ku divê çalakî werin xurtkirin da ku zexteke navneteweyî ya mezin çêbibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rastiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya jiyana hevbeş û demokrasiya rasteqîn a bi rêya Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre projeya netewaa demokratîk a Rêber Abdulla Ocalan, hişt bangên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan zêde bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Êzidiyên Şengalê ji roja ku bajarê wan ji aliyê şervanan ve ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin, li hember êrişên domdar û qirkirinan dijîn. Ruxmî wê jî, berxwedana li ser bingeha parastin û rêveberiya xweser rê li ber fermanan girt û Şengal rizgar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

13`ê Mijdara 1960`î, li Amûdê komkujiyek pêk hat. Di encamê de zêdetirî 280 jiyana xwe ji dest dan. Di nav wan de 200 şagirtên seretayî hebûn ku temenê wan 12 sal derbas nedikir. Ev komkujî, bi Şewata Sînema Amûdê anku Komkujiya Sînema Amûdê tê naskirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di Festîvala Netewa Demokratîk de gelek peyam habûn. Hebûna konê erebî, li rex yê ermenî û kurdî biratiya di nava civatan de û jiyana wan ji berê de û girêdana wan bi hev ve nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bazirganên pembo guh nadin nirxên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine diyarkirin. Di encamê de cotkarên pembo zirarê dikin; ji her wê jî cotkaran bang kir ku li ser sûka firotina pemboyê û hinartina wê çavdêrî hebe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê firneyekê li rojavayê Dêrazorê vedike, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û yên Yekitiya Jinên Ciwan ên Çilaxa bi daxuyaniyekê li pêşiya Meclisa navçeya Çilaxa hedefgirtina navenda ciwanan a Minbicê şermezar dikin, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeyên Şedadê û Merkedê berê xwe didin çalakiya konvedanê ya banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bajarê Hesekê, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de li yarîgeha Şehîdên 12'ê Adarê daxuyaniyekê dide, saet di 11:00'an de û li Reqayê heman daxuyanî li çerxerêya Panorama tê dayîn, saet di 11:30'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziyên Olî yên Reqayê panelek bi dirûşma "Girêdana bi xakê ve û jiyana hevbeş" li navenda Çandê ya Reqayê li dar dixe, saet di 12:30'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê merasîma oxirkirina şervanê QSD'ê Serbest Heleb (Rafet Elî) li dar dixe, karwan ji pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir a taxa Şêxmsûd bi rê dikeve, saet di 13:30'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi durişma ′Ji bo peyva ku hîn nehatiye gotin, em li vir in′ 2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê ya vedora helbestvanê nemir Feqîr Ehmed li Navenda Çand û Hunerê Baqî Xido didome saet di 15:00`an. (BI WÊNE û DÎMEN)

 Meclisa navçeya Amûdê merasîma bîranîna şehîdên şewata sînemaya Amûdê di salvegera 64'emîn de li parka şehîdan li dar dixe, saet di 16:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê 1`emîn Mîhrîcana Hespên Resen a Şehîd Şiblî li stada El Umerî ya navçeya Til Hemîsê li dar dixe saet di 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)