Artêşa Îsraîlê korîdorek ber bi başûrê Xezayê ve kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku korîdorek ewlehî ji nexweşxaneyên Şîfa, Rentîsî û Nasir ên li bakurê Xezayê vekir, da ku welatî ber bi başûrê Xezayê ve biçin.

Artêşa Îsraîlê korîdorek ber bi başûrê Xezayê ve kir
12 mijdar, 2023   23:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku ev gav piştî bangên dubare yên ji welatiyan re hatine kirin ku ji bakurê Xezayê derkevin û ber bi başûrê wê ve ji bo selametiya we biçin, pêk hat.

Di daxuyaniyê de hate gotin welatî bi peyatî bi rêya korîdorê dikarin derkevin û bi rêya ambulancan jî dikarin ji nexweşxaneyên Şîfa, Rentîsî û Nasir derkevin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin tevgera Hemasê avahiyên welatiyan û nuqteyên tibî ji bo çalakiyên xwe yên terorane bi kar tînin, lê tevger van tawanan red dike.

Hemwextî ragihandna vekirina korîdorekê, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê got Îsraîlê nexweşxaneyan vala dike, birîndar û nexweşan li kolanê rûbirûyî mirinê dihêle.

Wezaretê bi bîr xist ku 12 nexweş, di nav de pitikek li nexweşxaneya Şîfa ji ber qutbûna kehrebê û tunebûna pêdiviyên tibî jiyana xwe ji dest da, her wiha balafirên bêmirov ên Îsraîlê jî kesên di Nexweşxaneya Şîfa de bilivin hedef digirin.

(fr)