ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 – 07 – 2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 – 07 – 2026
13 tîrmeh, 2026   02:00

- Di vê demê de, li gorî sala borî eniyên Siwêdayê bê deng in. Dosyaya komkujiya Siwêda hîna çareser nebûye û hesab ji berpirsên komkujiyê nehatiye xwestin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Piştî qedexeyên bi dehsalan li ser çalakiyên werzîşê yên Kurdî di dema rejîma Baasê de, akademiya futbolê ya Biratî ji tîmek ku li taxên xizan ên Tirbespiyê derket holê veguherî akademiya yekem li Rojava ku Lîsansa Zêrîn ji Konfederasyona Futbolê ya Asyayê wergirt. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li bajarê Hesekê av, kehrebe û sotemenî kêm in, xelkê bajêr di nava rewşeke zehmet a debarê û xizmetguzariyê de ye. Xelk daxwaza başkirina xizmetguzariyê û danîna sînorekê ji buhayên kel û pelan re dike. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li bajarê Hesekê dikandaran ku tabeleyên bi nivîsên Kurdî li dikanên xwe daliqandine  gotin. "Zimanê me nasname û hebûna me ye û em ê biparêzin."   BI WÊNE Û DÎMEN

- Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan li dijî hewldanên hikumeta demkî yên paşguhkirina rola YPJ‘ê, bû qadeke piştevaniyê. Tevger bi çalakiyan balê dikişîne ser keda YPJ‘ê. Rêvebereke tevgerê diyar kir ku heya pêkanîna armancên kampanyayê dê xebatên xwe bidomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê ji bo bibîranîna şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê li Kampa Waşûkanî ya Hesekê civînekê li dar dixe, saet 19.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Nivîsgeha Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bi armanca şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî yên dawîn û xebata entegrasyonê civînekê ji jinên ji Çilaxayê re li hola civînan a nivîsgeha PYDˊê organîze dike, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN