ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-03-2026
13 adar, 2026   02:00

Piştî rejîma Baasê li Sûriyeyê hilweşiya, hêviyên gelê Sûriyeyê yên sîstemeke demokratîk zêde bûn. Dagirkerî, sîstema partîperest û neteweperest bi dawî dibû. Lê hikumeta demkî ya Heyet Tehrîr El Şam 13`ê Adarê 2025`an "Danezaneke Destûrî” mîna destûrê rejîma Baas û berevajî hedefên şoreşa Sûriyeyê ye ragihand.

Pirsgirêka avê ya Hesekê didomê û ji bo stasyona Elok bixebite û pirsgirêk çareser bibe hikumeta demkî ya Sûriyeyê tu gav neavêtine. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolînerekî kar û barên Îranê Hanî Silêman diyar kir ku berdewama şerê DYA-Îsraîlê yê li dijî Îranê dibe ku hevsengiya hêzên li herêmê ji nû ve biguherîne û heya bi salan bandorê li îstîqrara wê ya siyasî û aborî bike.

Ezîz Hewas Sîdo ev 50 roj e dîl hatiye gitin û malbata wî bang li aliyên têkildar dikin ku kurê wan serbest were berdan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ji bo Endamê Desteya Hevserokatiya PYDˊê şehîd Salih Muslim li Stadyûma Şehîdên 12ˊê Adarê merasîma xatirxwestinê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN