ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-02-2026
13 sibat, 2026   02:00

Endamên PYD, KNK’ê û rewşenbîran diyar kir ku divê di vê pêvajoya de yekitiya Kurdan bê xurtkirin û destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê bên parastin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Çilaxayê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku êrişên li dijî Rojava berdewawa komployê ne. Şêniyan got ew ê bi yekitiya xwe destkeftiyên xwe biparêzin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li 4 taxên Hesekê, bi pêşengiya rêveberek Partiya Çep û MSD’ê 10 komên parastinê ku ji 85 kesan pêk tên, hatine avakirin. Endamên komê ji 7’ê Çileyê ve bi şev û roj venêrandina her bihostek taxên xwe dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên şehîdan ên ji Kobanê diyar kir ku ew xerabkirina pakrewangehên şehîdan ku çete xirab dikin şermezar dikin û got “Şehîdên me nirxên herî pîroz in, em ê şopdarên rêya wan bin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên Efrînê yên ku niha li stargehên li Girkê Legê dijîn, daxwaza vegera ewle bo mal û gundên xwe yên li Efrînê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên têkildarî komploya navneteweyî de, balê dikişîne ser hêzên ku rola wan a sereke heye. Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku komplo beşek ji siyaseta hêzên hegemonîk-kapîtalîst ên bi serêkêşiya DYA, Îsraîl û Ewropayê bû.

Xelkê bajarê Amûdê cenazeyên 3 şervanên QSDˊê li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir defin dike, 11.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Komeke çalakvanên Kurd bi diruşma "Peyamek spasiyê ji bo gelê me yê Kurd li hundir û derveyî welêt û ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê" çalakiyekê, li kêlek Stadyûma Şehîdên 12ˊê Adarê ya bajarê Qamişloyê li dar dixe, 15.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN