Macron: Diyaloga bi Pûtîn re ne mijara çend rojan e

Serokê Fransayê diyar kir ku pêwîstiyeke lezgîn bi destpêkirina diyalogeke yekser bi serokê Rûsyayê re tune ye, her wiha girîngî da tensîqa helwestên Ewropî û amadekariyeke baş beriya her nîqaşeke gengaz bi wî re.

Macron: Diyaloga bi Pûtîn re ne mijara çend rojan e
12 sibat, 2026   23:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku pêwîstiyeke lezgîn bi destpêkirina diyalogê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re tune ye, û girîngî da hevekariya Ewropiyan.

Macron di dawiya lûtkeyeke nefermî li Belçîkayê de got, "Mijar ne diyaloga çend rojan e, em hin mijaran amade dikin. Ez texmîn dikim divê niha me li ser xwe bixebitim û em çi dixwazin."

Macron anî ziman ku ew wekî Ewropiyan divê niha xwe amade bikin da ku di wextê xwe de bi Rûsyayiyan re li ser mijaran nîqaş bikin.

(ac/fr)

ANHA