ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-09-2026
12 îlon, 2026   02:00

Daxwazên ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî li gorî prensîbên perwerdeyê yên UNESCO’yê ne, tecrubeyên navneteweyî yên perwerdeyê hene û li dibistanan her kes dikare bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne. (BI WÊNE).

Heta niha hezar û 99 malbatên koçber ên Serêkaniyê, vegeriyane warê xwe, koçberên ku vegeriyane rastî wêraniya malan, kêmbûna xizmetguzariyên sereke û girtina rêyên sereke li pêşiya tevgera şêniyan tên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xwendekarên jin ên Til Temirê got li dibistanan ziman tê parastin û ew dixwazin bi zimanê xwe bixwînin. (BI WÊNE).

Lêkolîner û analîzvanê siyasî Selah Boşî diyar kir ku Iraq di vê pêvajoyê de ber bi aramiyê ve diçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisên malbatên şehîdan ên bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê ji bo şermezarkirina qetilkirina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan daxuyaniyan didin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şervanê Tûgaya Hesekê şehîd Sîpan (Samî Şêxmûs Hiso) bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê  yê bajarê Hesekê tê oxirkirin, saet 17.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê panelekê têkildarî entegrasyonê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê li dar dixe, saet 17.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).