ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-01-2026
12 ÇILE, 2026   02:00

Şêniyên kantona Dêrazorê got, projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk modela herî baş ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê ye . BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji bajarê Til Temirê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li dijî şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û banga hesabpirsînê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêwirmendê qebîleya El Cibûr şêx Ekrem El Mehşûş diyar kir ku êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi biriyara dewleta Tirkiyeyê bû, komên DAIŞˊê pêk anîn û got: "Desthilata Sûriyeyê şirîk û alava qetilkirina sivîlan li Helebê ye." BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê ji bo bibîranîna şehîdên 3 mehan, li avahiya PYDˊê ya bajêr merasîmekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina PYDˊê ya Holê ji bo bibîranîna Şehîdên Komkujiya Yekem a Parîsê li hola PYDˊê ya bajêr merasîmekê li dar dixe, 10.300ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên çeteyên hikumeta demkî li dijî gelê taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd yên bajarê Helebê kirine, daxuyanî tên dayîn û çalakî tên ldiarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN