ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-2-2025
10 sibat, 2025   02:00

"Di nava hesabên komployê yên sîstema hegemonîk de yek ji xusûsa divê haya mirov jê hebe ew e, polîtîkayên ‘parçe bike-bi rêve bibe’ di dused salên dawiyê de bi hosteyî li ser herêmê pêk tînin û diviyabû mirov nebûya destikê van polîtîkayan, nexasim şerê Kurd û Tirkan armanca van polîtîkayan bû û diviyabû mirov di kûrkirina vî şerî de bi kêra van hêzan nehata. Ermenî, Grek, avahiyên etnîk ên li Balkanan, Ereb, Suryanî, Tirk û Kurd bûn destikê van polîtîkayan û gelek tişt ji dest dan."

Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevnan şermezar kirin. Ronamevanan destnîşan kir ku ev êriş wê nikaribin wan ji pêkanîna erkên ragihandinê û eşkerekirina rastiyan bi dûr bixin.

Kalemêr û koçberê ji Efrînê Rifet Osman tevî ku zehmetiyên xwe yên meşê hene, lê bi çalakgeran re parastina Bendava Tişrînê dike û dibêje: "Ji bo parastina xak û bendavê ji êrişên dagirkeriyê û çeteyên wê ez li vir im."

Piştî hilweşîna rejîma Baasˋê tevgerên şaneyên DAIŞˋê û komên rejîma berê zêde bûn. Li hember van kiryaran, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin kedên mezin didin û tedbîrên xwe yên bo îstîqrara herêmê û aştiya wê zêde kirin.

Pêkhateyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê diyar kirin ku projeya Rêveberiya Xweser garantiya parastina maf û azadiya civak û kesan e. Pêkhateyan da zanîn îdeolojiya dewleta Tirk a dagirker li ser bingeha gurkirina nakokiyan û dubendiyê di navbera pêkhateyan de hatiye avakirin.

Parezer Medya Abdî bal kişand ser Dadgeha Gelan a Rojava ku dewleta Tirk ji ber sûcên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didarizîne û anî ziman ku divê qada navneteweyî li hember qetilkirina jinan bê deng nemîne.

Cotkarên sebzeyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên demsala nû ya çandiniyê dikin. Cotkar ji bo hilberîna sebzeyên pêşwext ji niha de tov diçînin.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqa û Kombûna Jinan a Zenûbiya bi diruşma "Bi hev re avakirina pergala pedagojiya civakî ya perwerdehî ya giştî" li hola Mişwar komxebatekê li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Akademiya Şehîd Berçem a Civaka Demokratîk panelekê li dar dixe, (10:00), bi heman boneyê Yekitiya Jinên Êzidî ji xelkê Tirbespiyê re li Mala Êzidî civînekê li dar dixe, (11:00), her wiha li bajarê Girkê Legê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Navenda Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê civînekê organîze dike, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Muhafezekeran bi beşdariya partiyên siyasî û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker de li avahiya Qesra Edlê ya bajêr daxuyaniyekê dide raya giştî, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişloyê cenazeyên 2 şervanên QSDˋê şehîd Reşo Qamişlo û Zana Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan defin dike, (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Jinên Ciwan a Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk der barê binpêkirinên li dijî jinan li herêmên desthilata Şamê de li navenda Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk a Hesekê daxuyaniyekê dide, (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meşeke meşaleyê li dar dixe, meş ji pêş Navenda Ciwanên Şoreşger dest pê dike, (17:00) BI WÊNE Û DÎMEN