Di navbera endamên Desthilata Şamê û çeteyên "Emşat" de pevçûn

Li hin gundewarê bajarê Efrîna dagirkirî li ser paşxaneya tiştên hatine dizîn, çeteyên Emşat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker û endamên Desthilata Şamê ya nû bi hev ket.

Di navbera endamên Desthilata Şamê û çeteyên "Emşat" de pevçûn
9 sibat, 2025   23:48
HELEB
MIHEMED EBDO

Li gorî agahiyên çavkaniyan ji ajansa me re parve kirine, endamên Desthilata Şamê ya nû ketin gundê Aqîbê û Soxanekê yên bajarokê Şêrawayê yê Efrîna dagirkirî.

Çavkaniyan diyar kir ku endamên Desthilata Şamê ya nû darên ku çeteyên Emşat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker qut kirine desteser kirin. Ew dar ên welatiyên gundên Aqîbê û Soxanekê ne.

Ji ber wê di navbera her du aliyan de pevçûn derket, di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûn, lê hejmar nehat zanîn.

Çeteyên Emşat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker beriya çend rojan jenetorên kehrebê û kabloyên telefonên erdê yên gundê Soxanekê dizîbûn û li welatiyekî heman gundî ferz kiribû ku 120 milyon lîreya Sûriyeyê bide.

(fr)