ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-08-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-08-2024
10 tebax 2024   02:00

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Hêvî Elî diyar kir ku konferansa Sosyolojiya Azadiyê berhema nîqaşên li ser pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan e û got armanca wan ji konferansê balê bikişînin ser projeya Rêber Abdullah Ocalan ku di azadiya wî ya fîzîkî de bibe piştgirî.

Di 72 saetên borî de, di şeva sêşem-çarşemê de hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî yên girêdayî Şamê li dijî 12 bajarok û gundewarên rojhilat ên kantona Dêrazorê êriş pêk anîn, ew bajarok û gund topbaran kirin. Gelo li wir çi qewimî?

Jinên ku tevli komên xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dibin, diyar kirin ku ew bi saya paraznameyan ji bo pirsgirêkan çareseriyan peyda dikin.

Rûspiyên qebîleya El Igêdat û Begara yên kantona Dêrazorê diyar kirin ku armanca êrişên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa El Wetenî", têkbirina ewlehiya herêmê ye. Rûspiyan da zanîn ku ew bi QSD`ê re ne.

“Elî çûye yekî din hatiye” bi van gotinan re Necma Mûsa bal kişand ser hovîtiya li ser zarokê wê hatiye kirin û got: “îşkence, zext lê kirin, derûniya lawê min xira bûye.”

Cotkarên Kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi berhevkirina fistiqan kirin.

Raya giştî li benda bersivdana Îran û Hizbullah li hember kuştina Îsmaîl Heniye û Fûad Şukir e. Navenda Lêkolîn û Şêwiran a Lubnanê diyar kir ku xîtaba Nesrullah a dawîn aşkera ye û tê wateyê ku heta niha tu biryar nehatiye dayîn.

Meclisa Rêveber a kantona Reqayê ji bo şermezarkirina komkujiyên li gundewarên Dêrazorê li dijî sivîl, zarokan û banga hesabxwestina sûcdaran ji pêş Nexweşxaneya Zarokan ber bi Qada Jinan ve meşekê li dar dixe, saet 09:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hîlala Zêrîn a kantona Firatê Mîhrîcana 7ˊemîn a Zarokan bi diruşma ˊEm zarokên rojê û agir in bi huner û çanda xwe em ê tecrîdê bişikînin û Rêberê xwe azad bikinˊ li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Behrî Şêx Elî û şervanê QSDˊê şehîd Xelîl Kobanê li Goristana Şehîd Dicle oxir dikin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Aborî ya Kantona Efrîn û Şehbayê li hola Serdem a bajarokê Ehdas civîna xwe ya salê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mala Êzidiyên Helebê ji bo redkirina biryara girtina 3 partiyên Kurd li Başûrê Kurdistanê li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê daxuyaniyekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) şehîd Soro Berxwedan li Goristana Şehîd Sozdar Amanos a Fafînê ya Şehbayê oxir dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Hesekê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Mihemed Hesen El Seyid (Seydo) li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakiyên şermezarkirina komkujiya hêzên hikumeta Şamê li Dêrazorê dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)