Rêveberiya Xweser a Şengalê êzidiyên kampa Dihok pêşwaz kirin

Ji ber gefa êrişa li ser kampên Êzidiyan yên di bin serweriya PDK’ê de, bi hezaran Êzidiyan berê xwe dane Şengalê. Xelkê Şengalê ku vedigerin dan diyakirin ku dihate îdîakirin ku wê êriş li ser wan pêk were lewra wan berê xwe dane Şengalê û xwe spartina çiya.

Rêveberiya Xweser a Şengalê êzidiyên kampa Dihok pêşwaz kirin
9 tebax 2024   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro ji ber gefa êrişa liser kempên êzidiyan li Başûrê Kurdistanê bi hezaran Êzidî, di van saetan de gihane Şengalê. Xelkê Şengalê ku ji ber gefa ji aliyê hin melayên selefî yên Behdînanê berê xwe dane Şengalê, da diyarkirin ku ji wan re hatiye gotin wê êriş li ser kampên Êzidî lê diminin, pêk were. Lewma êzidiyên di kampan de bi neçarî ji kampan derketin û xwestin xwe bigihînin Şengalê.

Welatiyên berê xwe didin Şengalê ji aliye Asayîşa Êzîdxanê, nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê ve tên pêşwazîkirin. Asayîşa Êzidxanê, sazî û rêxistinên Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser rêya Tirbike ya li Sinûnê, rêya ku derbasî Şengalê dibe gel pêşwazî dikin, av û xwarinê li wan belav dikin.

Vegera xelkê Êzidî dewam dike, ger ev êriş li ser gel dewam bike wê jiyana xelkê Êzidî di kampên di bin serweriya PDK’ê de bikeve xeteriyê.