ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-01-2026
10 ÇILE, 2026   02:00

Şêniyên Tirbespiyê diyar kirin ku yekîtiya gel misogeriya avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ye, û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) misogeriya pêkanîna hêvî û daxwazên gelê Sûriyeyê ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Ciwanên bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gaveke bingehîn e ber bi serkeftina pêvajoya aştiyê û avakirina civakeke demokratîk ve û bal kişandin li ser rola ciwanan di têkoşînê de. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku yekitiya gel sedemeke diyarker bû di parastina Bendava Tişrînê û binesaziya wê de. Şêniyan da zanîn ku ew ê destkeftiyên xwe biparêzin. BI WÊNE Û DÎMEN

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê wekî şahidên zindî yên îradeya gel, cihê xwe di rûpelên dîrokê de girtin. Li hemberî hemû cure neheqî û êrişan 25 salan rûmeta xwe parastin.  BI WÊNE Û DÎMEN 

Şêniyên bajarê Kobanê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Mihemed Bekî li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê defin dikin, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Dêrik û Girkê Legê bi 2 xwepêşandanên cuda Şehîd Komkjiya Yekemîn a Parîsê li Qada Şehîd Xebat a Dêrikê bi bîr tîne, 10.00ˊan û li Qada Azadiyê ya Dêrikê jî 11.00ˊan şehîdan bi bîr tîne, BI WÊNE Û DÎMEN

Pêkhateyên bajarên Kantona Cizîrê bi armanca piştgiriya berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe didin Helebê. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî li dijî taxên Helebê çalakiyên tên lidarxistin û daxuyanî tên dayîn. BI WÊNE Û DÎMEN