Di êrişa Dêr Hafirê de zarokek û welatiyek şehîd bûn

Çeteyên hikumeta demkî bi çekên giran bajarê Dêr Hafirê topbaran kir, zarokek 11 salî û welatiyek 65 salî şehîd bûn û zarokek 13 salî jî birîndar bû.

Di êrişa Dêr Hafirê de zarokek û welatiyek şehîd bûn
10 ÇILE, 2026   00:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di êrişa çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Dêr Hafirê de, zaroka bi navê Fatme El Ehmed a 11 salî û Ebduletîf El Şêx El Hisên (65) şehîd bûn û zaroka bi navê Hemîde Hilal a 16 salî birîndar bû.

(fr)