ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-08-2026
7 tebax, 2026   02:00

Jinên çalakvan û hiqûqnas bal kişand ser girîngiya nirxandina qanûnên kevn û yên heyî û diyar kir ku divê di vê qonaxa veguhêz de jin ji bo misogerkirina mafê jinan û dayîna mafên wan di destûra Sûriyeyê ya nû de, têkoşînê xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cîhan Ebdulxefûr ku hunera xwe ya destan di Mîhrîcana Havînê ya Qamişloyê de nîşan daye balê dikişîne ser rola jinan di aborî û çandê de. Bêrîn jî ku beşdara herî biçûk a mîhrîcanê ye, morîkên rengîn veguherandine hunereke balkêş. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li herêma Cizîrê cotkar piştî rakirina berhemên xwe, bermahiyên zeviyan (firaze) dişewitînin. Pisporên çandiniyê diyar dikin ku şewitandina firazeyan zirareke mezin digihîne axê û jîngehê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Komîteya Ekolojiyê ya Kobanê 2 projeyên hilberandina gubreya xwezayî pêk anîn û destpêka biharê dê li cotkaran belav bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cotkarên Tirbespiyê di salê de ji carekê zêdetir û li pey hev erdên xwe diçînin û ji saziyên çandiniyê daxwaz kir ku cotkaran fêrî rê û rêbazên nûjen ên çandiniyê bikin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku ji ber binpêkirinên ji hêla komîteya beriya niha, êdî dosyaya jeneratoran di bin çavdêriya wan de ye û da zanîn ku dê dayîna mazotê ji bo navendên xizmetguzariyê berdewam bikin, Ji bo zêdekirina miqdarê jî lêkolînên wan hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Komîteya Hevrêzî û Şêwirê ya Partiyên Neteweyî li Sûriyeyê Roja Şehîdên Aşûrî li hola Dêra Qedîse ya Til Temirê bi bîr tîne, saet 19.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN