ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-06-2026
5 hezîran, 2026   02:00

- Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Necah Gulo anî ziman ku têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo parastina gelê Kurd e, lê ji bo parastina hemû pêkhateyan e û got dê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezintir bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke nû heye, ji ber ku ji aliyê siyasî ve aramî li Sûriyeyê nîn e. Bi terzê navendî Sûriyeyê bi rê ve dibin û pirrengiya neteweyî, çandî û olî nas nakin. Divê hevpeymana neteweyî berfirehtir were nivîsandin û ji nû ve têkiliya di navbera dewlet û civakê de bi rêxistin bike.

- Li gundewarê Tirbespiyê çandina reşreşkê di salên dawîn de pêş ketiye. Îsal zêdetirî hezar donim hatiye çandin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Dîcle Ebdî ku ji Kobanê li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ‘ê tev li YPJ‘ê bûye, dibêje ji bo parastina jinan û civakê divê her kes piştgiriyê bide YPJ‘ê. BI WÊNE Û DÎMEN

- Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Suryan Robel Beho destnîşan kir ku tayînkirina nûnerên parlamentoyê pirrengiyê nîşan nade, lê navendperestiyeke hişk a rejîma Baasê ji nû ve çêdike. BI WÊNE Û DÎMEN

- Bi hatina havînê re, jinên ji Kobanê û gundewarê wî dest bi berhevkirina pelên rez (tirî) dikin, hiltînin û di zivistanê de bi kar tînin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Bi nêzîkbûna çinîna genim re, 21 navend û depoyên Hesekê amade ne ku genimê cotkaran wergirin. Pergala qeydkirina elektronîkî ya "Platform" dê dem û cihê radestkirinê diyar bike. BI WÊNE Û DÎMEN

- Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê kongreya xwe ya 7ˊemîn li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar dixe, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Komîteya Koçberên Serêkaniyê der barê rewşa li bajêr û gundewarê wî, rêbaz û mekanîzmaya vegera ewle de li Parka Xwendinê ya Hesekê panelekê li dar dixe, saet 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN