ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-08-2026
4 tebax, 2026   02:00

Endama Yekitiya Jinên Ermen Henaa El Hemade bal kişand ser dewlemendiya civaka Sûriyeyê û girîngiya beşdarkirina jinên Ermen di avakirina Sûriyeya nû de û got bêyî beşdariya jinan ne mimkun e Sûriyeya siberojê ava bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şaredariya Gel a Til Temirê di çarçoveya plana salane de dest bi sererastkirina rêyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li bajarê Hesekê tevî ku dema peveguhertina pereyên kevn bi yên nû hate dirêjkirin, lê pirsgirêk bi dawî nebûye. Şênî ji ber kêmbûna pereyên nû û navendên pevguhertinê û qebûlnekirina pereyên kevn gazincan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li herêma Cizîrê cotkarên sebzeyên havînê bi pirsgirêkên zêdebûna mesrefên çandinê û tunebûna piştgiriyê, her wiha kontrola bazirganan a li ser bihayan re rû bi rû ne. Cotkaran daxwaza destekê li aliyên têkildar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kêmbûna mazotê li bajarê Dirbêsiyê bûye sedema derengketina gihîştina ard bo nanpêjxaneyan û kêmbûna nan. Şêniyan xwest ard were depokirin, ji bo ku her tim peyda bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Jinan a TEV-DEM‘ê foruma "Jina sûriyeyî û avakirina pêşerojê" bi dirûşma "Jin stûna aştiyê, mîsogeriya mafên civakê û avakara şaristaniyê ye" li Kafeteryaya Luks a bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi beşdariya bi sedan kampanyayên bazirganiyê mezintirîn Mîhrîcana Havînê li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê dest pê dike, saet 18.00‘an.

Kongreya Star bi boneya nêzîkbûna pêngava 15‘ê Tebaxê dest bi rêze civînan dike. Civîna yekemîn li taxa Eneteriyê ya bajarê Qamişloyê tê lidarxistin, saet 18.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).