Rûsya ragihand ku wê du bajarokên Ukraynayê kontrol kirine

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan du bajarokên Kharkivê yê Ukraynayê kontrol kirine û di çend saetên borî de 651 dron xistine xwarê.

Rûsya ragihand ku wê du bajarokên Ukraynayê kontrol kirine
3 tebax, 2026   23:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokên Belî Kolodets û Ustinovka li herêma Kharkivê ya rojhilatê Ukraynayê kontrol kirine.

Wezaretê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku hêzên parastina hewayî ya Rûsyayê 651 dronên Ukraynayê û  7 bombeyên rêberkirî û 5 mûşekên HIMARS xistine xwarê. Her wiha 3 wesayîtên zirxî, stasyonek şerê elektronîkî û keştiyek dron li deryaya Reş îmha kirine.

(bb)