ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-03-2026
4 adar, 2026   02:00

Şêwermendê Meclisa Ermeniyan Îmad Tatriyan diyar kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê dixwazin destûrê Sûriyeyê bi îradeya wan were nivîsandin û Sûriyeyê bibe ya hemû Sûriyeyan. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Telet Yûnis got peyama Rêber Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê di pêvajoyê de destpêkeke nû ye. Qonaxa erênî ya avakirinê divê bi guhertinên di destûrê de dest pê bike û got “Gavneavêtina ji aliyê dewleta Tirk ve di vê qonaxê de astengiya herî mezin e.” BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku pêwîstiya rewşa heyî û aloziya herêmî bi xurtkirina yekitiya Kurdan, hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê leşkerî ve heye. BI WÊNE Û DÎMEN

Jina nivîskar û derhêner a Elewî Înana Hezîm ku ji ber êrişan berê xwe daye Rojava, di Komîna Fîlm a Rojava de dest bi kar kiriye, ji bo 8’ê Adarê kurte filimek dike û dibêje: “Dema min dît jin bi coşek mezin 8’ê Adarê pîroz dikin, ez matmayî mam. Ez bi kelecan im û serbilindim ku li vir pîroz bikim”. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya çalakiyên 8ˊê Adarê de, endamên Kongra Star û Yekitiyên Jinên Êzidî li bajarê Tirbespiyê serdana bendên ewlehiyê dikin, kulîlkan didin endaman. endamên Kongra a Hesekê ji bo bibîranîna şehîdên azadiyê mûman vêdixin, 19.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN